Rojekê li kuçeyên Qoserê dimeşiyam û min di rê de zilamek dît. Kurtikek spî û bi xêz û pantorek qehweyiyê vekirî lê bû. Dibe ku pantor şînê vekirî bû jî, pir nayê bîra min. Çermê dest û piyên wî qermiçî bûn, ji ber wê şêst salî xuya dikir. Dawiyê min bala xwe da rûyê wî. Vî zilama bêguman Sviatoslav Richter bû. Birûyên wî ji çavên wî bihostek li jor de bû, wek nêrîna Richter. Wexta bala min diket ser birûyên wî etûda Chopin ya şoreşê di nava serê min de lê diket û her ku dengê berhemê pir dibû pirtir bala min diket ser birûyên wî. Min Richter bi deh çirkeyan dît lê wek ku min wî deh rojan dîtibû.
Yorum Bırakın